Cuma Sarı
21 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2022
Li Siwêrega navçeya Şanliurfayê 20 kerên bêxweyî yên li derva ji ber rewşa hewayê hatin komkirin.
Li herêmê sir û serma dewam dike, Şaredariya Siwêregê ji bo kerên bêxweyî yên li Qerejdaxê dest bi xebatan kir.
Ekîbên şaredariyê 20 kerên li herêmê bêxweyî digeriyan bi wesayîtan va kom kirin.
Kenan Karahanê Midûrê Kontrol û Parastina Hawirdorê ya Şaredariya Siwêregê wiha got: "Niha germahiya hewayê di binê sifirê da 11 pile ye. Salên berê li çil û çiyan ker cemidîbûn, ji bo dîsa necemidin li ser telîmata Ayşe Çakmaka Şaredar me kerên beredayî kom kirin. Em ê wan bibin sitargehê."
Yusuf Kulaksizê ji Taxa Qerebaxçeyê got li herêmê gelek kerên bêxweyî hene, ji ber ku nikarin zivistanê alif bibînin tî û birçî digerin, haya şaredariyê pê xistin û wan jî hat ker birin.