İbrahim Atmaca
20 Sibat 2019•Rojanekirin: 20 Sibat 2019
ÎSTANBUL
Li Stenbolê ji ber mijê di çûyîn û hatina keştiyan da astengî çêbû.
Şirketa Anonîm a Xetên Bajêr ji ber mijê ji bilî xeta Halîçê hemû seferên xwe betal kirin.
Li gor danezana malpera înternetê ya Otobêsên Behrê yên Stenbolê (ÎDO) ji ber şert û mercên hewayê sefera Eskîhîsar û Topçularê heta danezanake duyemîn ji herdu aliyan va hatin betalkirin.
Hat daxuyandin ku navbera Sîrkecî û Haremê da seferên vapurê yên wesayîtan jî ji saet 08.55an pê va heta danezaneke duyemîn hatin betalkirin.