Saziya Otobêsên Behrê ya Stenbolê (ÎDO) ji ber rewşa hewayê hin seferên xwe betal kir.
Di daxuyaniya ku ji hêla ÎDOyê hat weşandin de hat gotin ku ji ber hewaya nexweş seferên di navbera Kartal-Yalova 07.30, Bandirma-Yenîkapi-Bostanci 07.30 û Bûrsa-Armûtlû-Armûtlû-Yenîkapi-Kadikoy 08.00an de hatin betalkirin.
Li seranserê Stenbolê heta ber destê sibehê bayê qiblê hat û piştî ku ba sekinî jî baranê dest pê kir.