Abdullah Tel
17 Mijdar 2018•Rojanekirin: 18 Mijdar 2018
TUNCELÎ
Li Tunceliyê di çarçoveya Projeya Cotkarên Ciwan da 80 cotkarên bi serlêdanê piştevaniya hîbeyê heq kiribûn dewarên xwe teslîm hildan.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Tunceliyê di çarçoveya Projeya Cotkarê Ciwan da li baxçeyê Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Bajêr merasima belavkirina hîbeyê hat kirin.

Waliyê Tunceliyê û wekîlê Şaredarê Tunceliyê Tuncay Sonel di merasimê da got ku piştgiriya Wezareta Çandinî û Daristanê ya ji bo cotkarên ciwan ên li Tunceliyê dide dewam dike û wiha pê da çû: "Cotkarên me yên ciwan ên li Tunceliyê gelek serkeftî ne. Wezareta me jî girîngiyê dide vir. Di sala 2018an da ji bo cotkarên me yên ciwan 5 milyon lire piştevanî hat dayîn. Îro bi tevahî 400 nogin li 80 cotkarên ciwan hatin belavkirin. Para her cotkarekî 5 nogin ket."