Fatih Gazioğlu
25 Hezîran 2017•Rojanekirin: 27 Hezîran 2017
RIYAD
Li Tirkiye û Erebistan Siûdî piştî dîtina heyvê eyda remezanê îro tê pîroz kirin. Li Îran, Uman, Fasê û hin dewletên din jî ji ber nîqaşa 'heyvê' eyd wê sibê bê pîrozkirin.
Di nav welatên alema Îslamê de ji ber nîqaşên hesabên astromîk û îxtilafên saziyên hiqûqa Îslamê ji bo eydê du dîrokên cuda hatin eşkerekirin. Li gor vê li Erebistan Siûdî, Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Behreyn, Kuweyt, Yêmen, Filistîn, Urdin, Misir, Sûdan, Iraq, Libnan, Sxwriye, Libya, Tûnis û Cezayîrê îro eyd e.
Ji aliyên din ve li Îran, Uman û Fasê jî bi sedema ku heyv nehatiye diîtîn eyda remezanê wê sibê yanî 26ê hezîranê roja duşemê bê pîrozkirin.