Fatih Gazioğlu
22 Tebax 2019•Rojanekirin: 23 Tebax 2019
Mîkaîl Yukselê siyasetmedar yê ku eslê wî Tirke got ku wan li Swêde bi navê Partiya Koçberan partiyek ava kir.
Serokê Partiya Koçberan yê Avaker Mîkaîl Yuksel daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan li Swêde ji bo parastina mafên koçberan partiyek ava kir.
Yuksel got ku wê li Swedê hilbijartinên herêmî werin kirin û wan jî ji bo beşdarbûna hilbijartinan serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind da û wiha axivî:
"Me xebatên xwe yên ewil li bajarê Goteborgê dan destpêkirin. Daxwaza me ew e ku Îslamofobî li welêt wekî sûc were qebûlkirin. Divê misilmanên li vir dijîn di Qanûna Bingehîn da wekî kêmnetewe werin naskirin. Li welêt salên dawîn dijî mizgeft, misilman û kesên biyanî êrîş hatin kirin. Em ê ji bo sekinandina van êrîşan çalakiyan li dar xin."
Mîkaîl Yukselê got ku ew par ji Partiya Navendî ya Lîberal hat îxrackirin û wiha dewam kir: "Wê çaxê ez ji bo bajarê Goteborgê di rêza yekemîn da namzedê parlamenteriyê bûm. Beriya hilbijartinê xwestin ez dijî Tirkiyeyê û Serokomar Erdogan biaxivim. Min ev teklîf red kir. Ji ber vê ez hatim îxrackirin. Em ê dijî Îslamofobî û nijadperestiyê bisekînin. Me ji bo çareserkirina vê meseleyê bi hin aktîvîst û akademîsyenan ra ev partî ava kir."