Erdal Yalçın
02 Gulan 2023•Rojanekirin: 02 Gulan 2023
Li Aralika navçeya Îdirê du malbatên ku neyar bûn bi pêşengiya Walî û Wekîlê Şaredarê Îdirê Huseyîn Engîn Sariîbrahîm û rûspiyên herêmê va li hev du hatin.
Di merasima lihevhatinê ya ku li gundê Godekliyê hat kirin da di navbera malbata Aras û Keşan da ji ber şerê kesekî can dabû, neyartî hebû.
Herdu malbat ji bo ku li hev bên Walî Sariîbrahîm û rû spiyên herêmê û endamên malbatê hatin cem hev.
Herdu malbatên li hev hatin sond xwarin ku wê aştiyê binpê nekin û di bin Quranê da derbas bûn ku wê li ser soza xwe bisekinin.
Paşê endamên herdu malbatan bi destê hev girtin û heqê xwe li hev du helal kirin.
Sariîbrahîm di axaftina xwe da got: "Ez dixwazim aştî û aramî li welatê me, li bajarê me û li navçeya me di nav herkesî da pêk bê û daîmî be. Em wan kesên xwediyên rayeyê ne ji bo ku ev yek pêk bê mayê ji destê me tê dikin. Di navbera herdu malbatan da aştî pêk hat û ew li hev hatin. Ez hêvîdar im hemû neyartî ji nava wan rabe."