Metin Özmen
02 Gulan 2023•Rojanekirin: 05 Gulan 2023
Li Sasona navçeya Batmanê guldexwînên ku vebûn tebîet şên kirin.
Guldexwînên ku li deverên mezin çêdibin elqeyeke mezin dibînin.
Adnan Toprakê parêzer ku di çarçoveya gera xwe ya Sêrtê da li Guveça mezreya Toplucaya gundê Sasonê hat dîtina guldexwînan wiha got, "Ev kulîlk nuwaze ne. Ez wêneyên giya û kulîlkên endemîk dikişînim."
Mehmet Ozdemirê li Zanîngeha Sertê karmendê lêkolîneriyê ye, diyar kir di heman rojê da çar demsalan dijîn û wiha axivî, "Me berfê, tavê û baranê dît û niha jî em guldexwînan dibînin. Ji bo me dîmeneke xweş bû. Divê ev der bê naskirin."
Tahir Îmretê parêzer jî destnîşan kir derfet çêbûye ku navçeyê bibîne û got ku me daîm dixwest em bên navçeyê bibînin û divê her kes bê xweşiya li vir bibîne.