04 Gulan 2016•Rojanekirin: 10 Gulan 2016
ANKARA
Penaberê sûriyeyî Mulhem El Saîdê ku sê sal beriya niha ji şerê navxweyî ya Sûriyeyê reviya û xwe sipart Mîdyata navçeya Mêrdînê ji bo ku spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku ji penaberan re derî vekir bi malbata xwe re hezar û 200 kîlometro bisîklet ajot û di 23 rojan de ji Mêrdînê gihaşt Enqereyê.
El Saîd û xanima wî Mey Besrînî û du zarokên wan piştî ku çûn navçeyên Şereflîkoçhîsar û Golbaşiyê hatin Serokbajêriya Enqerê ya AK Partiyê. Mustafa Nedîm Yamaliyê Serokbajêrê Enqereyê ya AK Partiyê û birêvebirên partiyê li ber derî pêşwaziya malbatê kir.
Yamaliyê Serokbajêrê Enqereyê yê AK Partiyê li meqama serokatiyê malbata El-Saîd ezimand û destnîşan kir ku bi qasî Sûriyeyê Tirkiye jî welatî penaberan e û ev biratî dê heta qiyametê berdewam bike.
Yamali girîngiya piştgirîbûnê destnîşan kir û wiha axivî: "Di demên dijwar de mirovên vê herêmê piştgirî dane hev. Piştî niha jî dê piştgirî bidin hev. Heke li herêmê pirsgirêkek hebe beriya welatên rojavayî divê em bi xwe çareser bikin. Tirkiye jî ji xwe bi vê fikrê sînor û derfetên xwe ji birayên xwe re vekirine. Înşeallah dê ev ji niha pê ve jî berdewam bike."
Yamali destnîşan kir ku di nav şert û mercên ku El Saîd jiya de nezaketekî wiha gelekî girîng e û da zanîn ku dê her cure piştgiriyê bidin penaberên ji bo ku spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku mêvanperwerî nîşanê penaberan da bikin derket rê.
- Ji malbatên ku çûnê peyamên spasiyê berhev kirin
Mulhem es Saîd jî spasiya Yamali û endamên Lijneya Birêvebirina Bajêr a Enqereyê ya AK Partiyê kir û da zanîn ku li pişta xwe bi alayên Tirkiyê hatin Enqereyê û ev yek ji bo wan şerefekî mezin e û bi vê yekê serbilind e.
El Saîdê 30 salî qal kir ku bi malbata xwe re 30 sal beriya niha hatin Mêrdînê û got ku Mey Besrîniya xanima wî ya 20 salî zarokên wan Hamzayê 3 salî û Huzeyfeyê 6 mehî re li Midyatê dijîn û li kana keviran a li navçeyê dixebite.
El Saîd diyar kir ku di dema rêwitiya xwe ya bisîkletê ya 23 rojî de çûn hin bajêran û bi penaberên sûriyeyî re hevdîtin kir û spasiya wan û xwendekaran jî di lênûskekî de berhev kirin û qal kir ku dixwaze ku helbesta ku wî bi xwe nivîsandiye û vê lênûskê pêşkêşî Serokomar Erdogan bike û spasiya xwe pêşkêşî wî bike.
Di dema ziyaretê de Fatma Bolukbaşiya Seroka Ar-Geyê û Arîkarê Serokbajêrê Enqereyê ya AK Partiyê bi Hamza û Huzeyfeya zarokên El Saîd re ji nêz ve eleqedar bû.
Di dema ziyaretê de Yamali got ku misilman bira ne û bira diyariyan didin hev û diyariyên cur bi cur dan El Saîd û zarokên wan.
Malbatê piştî hevdîtinê birin otêla ku dê lê bimînin.