Mêrê malê Cuma Xidir Elî bi kurdî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ji ber zilmê hatine Tirkiyeyê.
Elî destnîşan kir ku di zarokên wî yên 22 û 24 salî bi destê alîgirên rejimê hatine kuştin û wiha got:"Piştî me koçî Tirkiyeyê kir, em hatin Tetwana navçeya Bedlîsê û jiyana xwe li vir derbas dikin."
Elî di berdewamiyê de wiha axivî: "Xwedê ji gelê vir razî be. Gelê vir deriyên xwe ji me re vekirin. Kamp zehf qerebalix bûn. Ji ber ku di kampan de cih tunebû, em jî hatin vir. Me li eraziyekî vala çadir vegirt. Xêrxwazên navçeyê li gor derfetên xwe alîkariyê didin me. Ne pere û ne jî xwarin û lixwekirina me heye. Zarokên me birçîne û ji ber ku hewa li vir sar e, em êvaran dicemidin. Em ji mirovên xêrxwaz û dewletê alîkariyê dixwazin."