Perwerdehî bi destê Miftîtiya Mêrdînê li Qursa Qur'anê ya Ayhan Yucesoyê tê dayîn. 3 jinên ker di vê qursê de hînî Qur'ana pîroz dibin. Qursiyer bi îşaretên destan hînî elifbayê bûn û di demeke kurt de Sûretê Fatîheyê ji ber kirin. Xeyala qursiyeran a herî mezin ew e ku bikaribin biçin axa pîroz û di vê mijarê de li benda arîkariya rayedaran in.
Wekîlê Miftî Mahsûm Taşçi daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û da zanîn ku bi destê Serokatiya Karên Diyanetê ji bo kesên guhê wan nabihîzin proje hat amadekirin, di çarçoveya vê projeyê de xoceyan perwerdehî dît û qurs vekirin.
Taşçi got em dixwazin ku vê xebatê li navçeyan jî bikin û wiha axivî: "Xebatên me berdewam dikin, em bi taybetî di hînkirina elifbê û sûretên nimêjê de gelekî pêş ketin. Em wisa hêvî dikin ku înşaellah dê ji niha pê de bêtir pêş bikevin. Em plan dikin ku dersê bidin koran jî. Em li bendê ne kesên ku dixwazin dersê bistînin serî li me bidin."
-"Em bi zimanê dil têkiliyê datînin"
Hîndekara Qursa Qur'anê ya Astengdarên Bihîstinê Nazan Agaldayê jî got ku li Rîzeyê bi qasî 13 rojan perwerde bû û hînî îşaretên destan bû. Agalday got ku di qursan de berî her tiştî elîfbê û têgehên dînî hînî xwendekaran dikin.
Agalday axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em hewl didin ku li ser mijarên wekî îslam çi ye, şertên îslam û îmanê çi ne, bisekinin. Em pirsên wan ên der barê îbadetan de dibersivînin. Em digel îşaretên destan bi zimanê dil jî bi wan re têkiliyê datînin. Ew gelekî kêfxweş in. Gelekî baş fehm dikin û têkiliyê datînin. Min dît ku tu asteng nikare rê li ber evditiya Xwedê bigire."
Agalday got ku hinek zehmet e ku mirov nb îşaretên destên hînî Qur'anê bike. Lê belê xwendekar gelek jîr in û dikarin zû hîn bibin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em bi taybetî bala xwe didin li ser cihderkên herfan. Xwendekar ji ber ku dengan nabihîzin û nizanin ka ji ku derdikevin, di wê mijarê de hinek zehmetiyê dikşînin. Em vê bi îşaretên destan carna jî dinivîsin û hewl didin ku hînî wan bikin."
Agalday got ku xwendekaran di demek kurt de Sûretê Fatiheyê bi wateya wê re ji ber kirin.
Sevgî Şahkûlûbeyê ku nabihîze û di şaredariyê de wek karmend dixebite da zanîn ku hevserê wê di vê mijarê de gelekî piştgiriyê didê.
Şahkûlûbeyê da zanîn ku hînî Qur'ana pîroz dibe û gelekî kêfxweş e û wiha axivî: "Ez hêdî hêdî hîn dibim. Carina hêsan carna jî zehmet e. Lê belê gelekî xweş e. Ez zehf dixwazim ku biçim hecê. Ji ber ku ez dixebitim piştî saet 17.00an de têm qursê. Divê her kes hînî xwendina Qur'anê bibe. "
Elîf Çaybuguna qursiyer jî got ku daxwaza min ya herî mezin ew e ku ez biçim hecê.