Türkan Tosun
07 Gulan 2018•Rojanekirin: 08 Gulan 2018
HATAY
Li Hassya navçeya Hatayê mirîşkeke ku li ser hêkên werdekan rûnişte kurkê piştî ku cûcik ji hêkan derketin ji wan re maktiyê dike.
Li Taxa Kureciyê Hatîce Gulera 41 salî ji xwîşka xwe hêkên werdekan hilda û da bin mirîşka xwe ya kurkê. Pîştî demekê 6 cûcikên werdekan ji hêkan derketin.
Mirîşka ku li ser hêkan runiştibû niha ji cûcikan re maktiyê dike û nahêle tiştek bê serê wan.
Gulerê ji nûçegihanê AAyê re got mirîşk hew dizane ku ew cûcîkên wê ne û wiha axivî: "Dema kurkê ya mirîşka min hatibû. Min jî şûna hêkê mirîşkan, yên werdekan danî binê wê. Qasî mehekî şûnda 6 cûcikên werdekan derketin. Ji bo ku pisîk nexwin me danîn cihekî sergirtî, lê yek winda bû, ya dinê jî pisîkê revand. Niha çar cûcikên werdekan hene. Mirîşk ji wan re maktiyê dike, bi hev ra digerin, bi hev ra êm dixwin û bi hev ra avê vedixwin."