GAZÎANTEP
Par 4 hezar û 493 kesan Muzeya Servekirî ya Yesemekê ya li Islahiyeya navçeya Entabê ziyaret kir.
Muzeya ku 23 kîlomêtro dûrî navçeyê ye li ser erdekî 100 donim e hatiye avakirin û xwedî dîrokeke 3 hezar salan e.
Li muzeyê 300î zêdetir peykerên bazalt û berhemên din hene.
Muze di Lîsteya Mîratên Çandî yên Dinyayê ya UNESCOyê de cih digre.
Par 4 hezar û 493 turîstên herêmî û biyanî muze ziyaret kirin.
Muze li benda ziyaretvanên nû ye.