ŞANLIURFA
Li Ceylanpinara navçeya Rihayê Ferhan Tarlakê 68 salî ev 40 sal e tizbiyan difroşe û debara xwe dike.
Tarlak di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 40 sal berê li bajar û navçeyên dorberê geriya ye û dest bi firtoitan tizbiyan kiriye.
Tarlak destnîşan kir ku berê wek kêfxweşiyekî li tizbiyan dinêrî lê belê paşê ji bo xwe ev wek karekî dît û bi vî awayî debar xwe kir û wiha axivî:
"Dema ku diçim cihekî pêşi li çayxaneyan tizbiyên xwe difroşim. Bi taybetî jî ciwan eleqeyê nîşanî tizbiyan didin. Ez tizbiyên xwe yên ji diranên fîl, karîbar, kok û karîbara agir di navbera 10 lîre û 2 hezar lîreyî da difroşim. Ez wek zarên xwe ji tizbiyan hez dikim. Dema ku tizbiyeke baş difroşim hinekî berxwe dikevim lê belê dîsa jî mecbûrim ku bifroşim. Lewra ez bi vî awayî debara xwe dikim. Şikir ji Xwedê re nanê xwe bi dest dixim."