Abdullah Tel
25 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2018
MARDÎN
Li Mêrdînê ji ber mija zêde di çûn û hatinê da zehmetî çêbû.
Ji ber mija ku çar aliyê Mêrdînê di bin da ma mesafeya mirov didît heta 50 metreyî daket û ji ber vê şofêrên di rêyan da bûn zehmetî kişandin. Ekîbên trafîkê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr li cihên trafîk lê zêde bû ku qeza û pirsgirêk neqewimin xebitîn û hişyarî dan şofêran.
Di vê navberê da mija li ser bajêr di qada trafîkê da bû sedema tengasiyê lê ji ber heman mijê li bajarê dîrokî dîmenên gelek xweş jî derketin holê.