Waliyê Mêrdînê Ahmet Cengîz ji nûçegihanê AAyê re diyar kir ku dîroka Mêrdînê ji 7 hezar salî kevintir e û cihê ziman û dînên cuda ye û bajarekî bêhempa ye. Bi taybetî jî bi pêvajoya çareseriyê re di sala 2013an de em kêfxweş in ku Mêrdîn li dinyayê tê naskirin.
Cengîz diyar kir ku li Mêrdînê bi taybetî jî cihên dîrokî balê dikşînin û wiha axivî: "Em dizanin ku di Cejana Qurbanê 9 hezar kesî muzeya me ziyaret kiriye. Gelek kesî keşîşxaneya Deyrûlzafaranê jî ziyaret kir. Di van mehên dawîn de ziyaretvan zêde bûn."
Serokê Komeleya Otêl û Tûrîzmê yê Mêrdînê (SKOTM) Azad Gongor jî ragihand ku piştî pêvajoya çareseriyê û pakêta demokratîkbûnê hizûr û aramî pêk hat û eleqeya ji bo Mêrdînê jî zêde bû û wiha got:
"Bi bandora pêvajoya çareseriyê û pakêta demokratîkbûnê re eleqeyeke mezin çêbû. Rezervasyon hêj jî dewam dikin. Di vê yekê de bandora pêvajoya çareseriyê û pakêta demokratîkbûnê jî zehf e. Li Mêrdînê 24 otêlên me 15 rojan vala neman. Hin otêlên din jî hebûna ew jî dê vala nemana. Mêvanên ku hatin vir, meşandin bajarên nêz da ku bi cih bibin. Tûrîstên ku dihatin ji sedî 90ên wan xwemalî bûn, ji sedî 10ê wan jî biyanî bûn."