Önder Beyter
07 Hezîran 2020•Rojanekirin: 09 Hezîran 2020
Nebata bi navê gûnî ku di bin parastinê da ye û li çil û çiyayên Herêma Rojhilatê Anadoluyê hêşîn dibe, bi wê taybetiya xwe va balê dikişîne ku li ciyên bilind jî erdê ji erozyonê diparêze.
Gûniyê ku li çil û çiyayên herêmê bi xwe berê hêşîn dibe, sal bi sal li hev zêde dibe û rûyê erdê erdnîgariya asê dinixumîne.
Gûnî ji ber ku rehên wê dirêj in, nahêle hezaz çêbe û herwiha bi gewdeya xwe ya fireh va jî nahêle erozyona bayê çêbe.
Midûrê Kargeriya Daristanên Îdirê Taner Tazegun di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku gûnî li ciyên herî dêm jî bi xwe berê hêşîn dibe û axê diparêze.
Tazegun bal kişand ku li ciyên herî rût û bênebat jî gûnî tena serê xwe dimîne, xwezayê diparêze û wiha dewam kir, "Nebata gûnî di daristanvaniyê da wekî notirvanê axê tê zanîn. Li welatê me qedera 400 cinsê wê hene, bi qasî nîvê wê jî endemîk in, wate bi tenê li welatê me hene."
Tazegun xwest ku gûnî bên parastin û wiha got, "Nexasim li deverên ku heywandarî lê zêde ye, ji ber çêrandinê nebata ku herî dawî dimîne, gûnî ye. Sûd û mefaya wê zehf e, ji hêla astengkirina erozyonê va girîng e. Nebatek e ku li erdê dêm hêşîn dibe. Rehên wê gelekî diçin erdê û lewma axê zeft dike. Gava baran dibare nahêle xwelî biherike biçe û herwiha tesîra bayê dişikêne û rê li erozyonê digire."
Tazegun bal kişand ku xelkê herêmê dive eletexmînî van nebatan neçinin û dernexin û wiha dewam kir, "Rehê vê nebatê wekî alif didin ajalan, yê mayîn jî wekî şewat bi kar tînin. Em jî wekî teşkîlata daristanê li qada xwe vê cinsê diparêzin. Li qadên me derxistin û çinîna wê qedexe ye. Cezayê derxistin an jî çêrandina wê heye."