İbrahim Atmaca,Türkan Tosun
07 Hezîran 2020•Rojanekirin: 09 Hezîran 2020
Li Wanê di sala 2014an da bi beşdariya 51 hezar û 793 kesan va rekora "Sifreya taştê ya herî qerebalix a cîhanê" hat şikandin. Odeya Bazirganî û Sanayiyê (TSO) ya Wanê ku pêşengiya vê rekorê kiribû, niha jî ji bo ji dinyayê ra danasîna Taştêya Wanê bike çalakî li dar xist ku 7ê hezîranê wek "Roja Taştê ya Cîhanê" were pîrozkirin.
Di taştêya Wanê da 20 cure berhemên wekî "penêrê pincarê", mirtoxeya ku bi ar, rûnê nivîşk û hêkan tê çêkirin, "poxîn"a ku ji hêrana qelînekên genimşîr tê çêkirin û "hingivê qereqovanê" hene. Taştêya Wanê çendîn qirn in ku mîrata çandî ya herî girîng a bajêr e.
Taştêya Wanê ji bo mêvanên xwecî û biyanî di nav xwarina jêneger da ye.
TSOya ku di sala 2014an da pêşengiya şikandina rekora "Sifreya taştê ya herî qerebalix a cîhanê" kir û ji vî alî va navê Wanê di Pirtûka Rekorên Guinnessê da da nivîsandin, ji bo ku taştêya Wanê bi hemû dinyayê bide naskirin teşebis kir ku 7ê hezîranê wek "Roja Taştê ya Cîhanê" were pîrozkirin.
TSOya Wanê ji bo taştêya Wanê bê tescîlkirin û standartên wê bên diyarkirin, serî li Enstîtuya Patentê ya Tirkan (TPE) dabû û "Belgeya Tescîla Marqeyê ya Taştêya Wanê" sitandibû. TSOyê plan dikir ku îro di çarçoveya "Roja Taştê ya Cîhanê" da mihrîcanekê jî li dar bixe, lê ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ev mihrîcan taloq kir. Ji bo piştgiriya çalakiyê Waniyan li mala xwe sifreyên taştê amade kirin û li wêne û dîmenên sifreyan li ser medyaya civakî parve kirin û piştgirî dan kampanyaya da ku 7ê Hezîranê wek "Roja Taştê ya Cîhanê" were pîrozkirin.
Serokê TSOya Wanê Necdet Takva bi rojnamegeran ra taştê kir û daxuyand, ji bo ku ew dewlemendiya taştêya Wanê, mîrata wê ya çandî bi gelên dinyayê ra jî parve bikin, balê bikşînin ser, wan projeyeke wiha kir rewacê.
- "Wan bi taştêya xwe navdar e"
Takva bi bîr xist ku wan 6 sal berê li bajêr bi beşdariya 51 hezar û 793 kesan va "Sifreya taştê ya herî qerebalix a dinyayê" raxist û wiha dewam kir: "Me çalakiya xwe ya îsal ji bo bîranîna însanên me yên ji ber Kovîd-19yê mirine û xebatkarên tenduristiyê li dar xist. Îro me ji bo zarokên me yên hewcedariya wan heye bi çalakiyeke taştêyê va dest bi rojê kir. Em dixwazin projeyeke kurewî ya navneteweyî ya ku em demeke dirêj e li ser dixebitin bixin rewacê. Ji bo me Wan bajarekî pir girîng a xwedî nirxên çandî ye. Ji ber vê em dixwazin nirxên me yên çandî derxin pêş û van bi dinyayê ra parve bikin. Ji ber vê me çalakiya "Roja Taştê ya Dinyayê" çêkir. Wan bi taştêya xwe navdar e. Me di sala 2014an da rekoreke ceribandinê ya dinyayê kir. Wê demê me sifreya taştê ya herî dirêj amade kir û ev pêvajo da destpêkirin. Me paşê tescîla marqeya garantiyê ya Taştêya Wanê hilda. Me 6 tiştên ji vê taştê jî da tescîlkirin û em gihîştin astekî. Ji vir pê va armanca me ew e ku em dewlemendiya Taştêya Wanê wek mîrata çandî li gelên dinyayê bidin nasandin, bi wan ra parve bikin."
Takva got ji ber şewba vîrusa koronayê ew guh didin tevdîran û wiha dewam kir: "2 roj berê Wezîrê me yê Çandinî û Daristanê Birêz Pakdemirlî ji ber "Roja Taşt ya Dinyayê" peyamek weşand ku em ji ber vê pir kêfxweş in."
Ji bilî vê Takva ji ber piştgiriya Serokê Yekîtiya Ode û Borseyan ya Tirkiyeyê Rifat Hîsarciklioglu, Serokê Delegesyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê Balyoz Chrîstîan Berger spasiya wan kir û got ew ji ber piştgiriya hemû şexs û saziyên din pir kêfxweş in.
Welatiyên beşdarî çalakiyê bûn dîmen û wêneyên taştêyên xwe bi etîketên #dunyakahvaltıgunu û #theworldbreakfastday li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve kirin.