DIYARBAKIR
Du berberên li taxa Yenîşehîra Diyarbekirê, pêşiya hilbijartinên herêmî ya 30ê Adarê, ji bo mixtariyê ketin pêşbaziyeke mezin.
Azîz Çelebiyê ku ev 19 sal e li taxa Yenîşehîrê berbertiyê dike û hempîşeyê wî Mehmet Demîrê ku ev du car e li ser hev mixtariyê dike di hilbijartinên herêmî de ji bo mixtariyê bûn namzet.
Ji namzetan Çelebiyê ku xebatên hilbijartinê dike sozê heftê rojekê traşa bêpere dide, reqîbê wî Demir jî ji tecrubeya xwe ewle ye.
"Min Serokwezîrê me di xewna xwe de dît"
Namzetê mixtariyê Azîz Çelebî (28) ji nûçegihanê AAyê re got ku ji berberiyê hez dike û berê qet mixtarî nehatiye bîrê.
Çelebî diyar kir ku piştî Serokwezîr Erdogan di xewna xwe de ditî, fikra xwe guherand. Çelebî got: "Mi di xewna xwe de dit ku ez bûme şêwirmendê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan. Piştî vê xewnê ez wêrek bûm û min namzetiya xwe danî.
"Ji ber ku reqîbê min hevpîşeyê min e, ez gelekî kêfxweş im"
Namzetê din Mehmet Demîr (47) jî diyar kir ku li Diyarbekirê 23 sal e berbertiyê dike û du serdem e jî li ser hev wezifeya mixtariyê dike. Demîr ji bo cara sisyan bibe mixtar ji hilbijêran rayê dixwaze û got ji ber ku reqîbê min hevpîşeyê min e, ez gelekî kêfxweş im.