Ferizat Kaya
25 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2017
MÛGLA
Li Seydîkemera navçeya Mûglayê ekîbên ewlehiya peravê 113 penamerên sûriyeyî ji keştiya ku dikir binav bibe, xilas kirin.
Ekîbên Fermandariya Fethiye ya Ewlehiya Peravê li ser îxbara, li nêzî Çemê Ozdenê keştiyeke dike binav bibe, çûn cihê bûyerê. Ekîban li cihê bûyerê di keştiya bi navê "Fan-Fîn" da 34 zarok bi tevahî 113 penaberên sûriyeyî tespît kirin.
Hat ragihandin ku ji ber giraniya zêde, keştî av girt û dikir binav bibûya. Hêzên ewlehiyê penaberan ji keştiyê xilas kirin, birin Fermandariya Ewlehiya Peravê ya Fethiyeyê. Penaber piştî kar û barê li vir sewqî Midûriyeta Îdareya Koç a Muglayê hatin kirin.
Hat ragihandin ku piştî ku keştî av girt kaptanê keştiyê bi botê reviya. Hêzên ewlehiyê ji bo kaptan bê girtin dest bi xebatan kir.