Pincara hurikê ji bo gelek nexweşiyan şifa ye. Ji ber vê jî gundî pincarê berhev dikin, ziwa dikin û pişt re jî difroşin.
Mahsum Kandemîrê ji gundê Kaleyoluyê ji nûçegihanê AAyê re wiha got: "Em rojê 20-25 kîloyan berhev dikin. Pincar dema tê zîwakirin kêm dibe û hema hema dibe qasî 10 kîloyan. Hurik bi tenê hin herêmên li ser çiya digîhîje. Çiyayên din jî ev pincar heye lê ne wek vê pincarê ye."
Ji gundiyan Yusuf Acar jî got ku burokrat, rêvebir û parlamenter gelek vê pincarê hez dikin û dixwazin bistînin.
Acar wiha got: "Çûyina çiya û berhevkirin û ziwakirina pincarê zehmet e. Çend roj berê parlementerekî qasî 20-30 kîloyan pincar ji min xwest. Lê ji ber ku tunebû min jê re neşand."
Midûrê Çandiniyê yê Batmanê Kutbettîn Yildirim jî daxuyand ku li herêmê pincarên cuda digîhîjin û wiha axivî: "Ji ber ku ev pincar biyanî ye û dêm hêşîn dibe û ji sedî sed siruştî ye, organîk e."