İbrahim Atmaca
04 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2018
BATMAN
Li Sason û Qozlûxa navçeyên Batmanê rêya gundên Kaleyolu-Dîkbayir û Yenîdoganê ji ber hezazê hatin girtin û piştî xebata 3 rojan hatin vekirin.
Li Sasonê rêya gundên Kaleyolu-Dîkbayirê ku ji quntara Çiyayê Meretoya raqima wê 2821 e ra derbas dibe û li navçeya Qozlûxê rêya gundê Yenîdoganê 3 roj berê di hezaza piştî baraneke gur da hatin girtin.
Li ser ragihandina rewşê ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr di şert û mercên dijwar da xebitîn û rêyên girtî cardin vekirin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajên Abdulkadîr Ozer daxuyanî da û diyar kir ku derfetên dewletê digel şert û mercên dijwar ji bo welatiyan hat seferberkirin.
Ozer diyar kir, ji ber ku çend rojên dawîn baraneke gur barî, piştî baranê hezaz çêbû û rêyên gundan ên li navçeyên Sason û Qozlûxê hatin girtin, piştî xebata 3 rojan paşê hatin vekirin.