VAN
Li Muradiyeya navçeya Wanê pireya li taxa Gulluçîmenê di bin ava bendavê da ma û ji ber vê yekê welatiyên ku li herêmê dijîn di tengasiyê da man.
Li navçeya Ercîşê ji bo ku zevî û çayîran av bidin di sala 2014an da Bendava Morgedîkê hat çêkirin. Ji bo ku av tîjî hundirê bendavê bibe deriyê wê hatin girtin. Roj bi roj av tîjî bendavê bû û li taxa Gulluçîmena ku 30 kîlomêtreyî dûrî navçeyê ye hin cihên ku hatibûn îstimlaqkirin di bin avê da man. Hin welatiyên ku ji vir 2 sal berê pereyê îstimlaqê sitandin lê belê bar nekirin ji ber ku pire di bin avê da ma di taxê da mehsûr man.
Taxî darên dirêj didin destê xwe û li pireya ku di bin avê da maye digerin û bi vî awayî derbasî aliyê din dibin. Welatiyan destnîşan kirin ku ev 15 roj in ku zarokên xwe nikarin bişînin xwendingehan.
Mixtarê taxa Gulluçîmenê Sadrettîn Sari daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku ji bo ku ji pireyê derbasî aliyê din dibin hundirê wan diqete.
Sari diyar kir ku rêya di navbera wan û Muradiyeyê de bi tenê pire bû lê belê ew jî di bin avê da ma û wiha got: "Min bi rayedar û parlementeran ra xeberda. Gotin ku ew ê pirsgirêkê çareser bikin. Lê belê heta niha tu tiştek nehat kirin. Heke wiha dewam bike emê ji canê xwe bibin. Di gelek malan da xwarin u xurek nema. Tu kes nikare here nexweşxaneyê. Halê van mirovan yê çito be."
Sari destnîşan kir ku rayedaran soz daye wan ku ew ê ji bo wan rê çêbikin û wan jî ji bo vê gotine ku em ê malên xwe derkevin lê belê ji wan ra rê nehatiye çêkirin.
Sari got ku welatiyên li taxa xwe îqna kirine ku ji malên xwe derkevin û wiha pê da çû:
"Min welatî îqna kirin û rayedaran got ku di sînorê me da pirsgirên tune. Li ser vê ji bo çêkrina rê hatin her alî pîvandin. Welatiyên li taxa Devetaşê jî ji ber ku welatiyan pereyê îstimlaqê nestandin di dema pîvandinê da destûr nedan. Her alî pîvandin lê belê rê çênekirin. Ji ber ku pereyê welatiyan nedanê welatiyan destûr nedan. Hetanî taxa Devetaşê sing di erdê da kutan. Lê belê ji wê şûnda xebat sekinîn. Bira pereyê gel bidin û dest bi xebatan bikin."
Sari diyar kir ku li taxê 60 xane hene û wiha got: "Xwendekaraên me yên ku bi wesayîtan diçûn xwendingehan ev 15 roj in nikarin herin xwendigehên xwe. Divê rayedar ecele vê pirsgirêkê çareser bikin."