HAKKARİ
Endazyarê Avustûralyayî Pîerre Rîchard şirîkê şirketeke madenê ya li Hekariyê ye. Rîchard 3 sal beriya niha li Îskoçyayê Nîcolaya Îngiliz nas kir û ji hev hez kirin. Paşê jî biryar dan ku bizewicin û gotin em ê daweta xwe jî li Hekariyê bikin.
Bûk û zava, nîşana xwe li gor çanda xwe kirin. Lê daweta xwe li gundê Olgunlara ku 30 kîlometre dûrî navenda Hekariyê ye kirin.
Şirîkê Pîerre, Îsmet Olmezê Hekkariyî jî nehêla zavê biyanî tu mesrefê bike û her tişt ji berîka xwe kirî. Ji bo daweta şirîkê xwe 10 pez ser jê kirin û 300 kîlo jî birinc da çêkirin.
Amadekariyên dawetê, çend roj beriya niha, li gor kevneşopên Hekariyê dest pê kirin û bûk ji mala bavê anîn Hekariyê. Bûkê fistan, zavê jî şal û şepik li xwe kirin. Deweta bûk û zavê biyanî bi govendê gelek xweş bû. Xelkê Hekariyê têra dilê xwe reqisîn.
Bûk û zava daxuyanî dan nûçevanê AAyê û gotin: "Me ji çand û kevneşopa Hekariyê pir hez kir û ji ber vê jî me biryar da ku em daweta xwe li vir bikin. Gundiyan jî piştgirî dan me û me jî daweta xwe li vir kir. Bi saya vê dawetê em hînî reqasê jî bûn. Înşelah em ê di demeke kurt de kurdî jî hîre bibin."