01 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2016
HAKKARÎ
Li Gevera navçeya Hekariyê ji ber xendekên ku bi destê endamên rêxistina terorê hatine kolandin, ambulans nekarî ji bo pîrika ku li erdê ket û birîndar bû, here ber derê mala wan.
Li gor agahiyan Rihan Keskîna 80 salî ya ku li taxa Cumhuriyetê dijî, di serşokê da li erdê dikeve û birîndar dibe. Xizmên Keskînê ji bo wê rakin nexweşxaneyê xeberê didin tîmên tenduristiyê.
Hat diyarkirin ku tîmên tenduristiyê ji ber xendekên endamên rêxistinê nekarîn xwe bigihînin malê.
Welatiyên li taxê bi dor Keskîna birîndar li betaniyeyê pêçan û dan pişta xwe. Welatiyan Keskîna birîndar 3 kîlomêtro dan pişta xwe û gihandin ambulansê û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Kurê Keskînê Alîhan Keskîn daxuyanî da û destnîşan kir ku ev demeke dirêj e rêya taxê girtî ye.
Keskîn diyar kir ku bi barîna berfê ra jî heyat dijwartir bûye.
Erkan Keskîn jî got ku pîra min di serşokê da li erdê ket û bi du ciyan serê wê şikest.