Hüseyin Yıldız
23 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 02 Mijdar 2022
Qadên avî yên Îdirê bi teyr û tûyên koçber ên ku ji Rûsya û Qazaxistanê hatin va tije bû.

Teyr û tûyên ku havîna xwe xwe li nîvkada bakur derbas kir, bi hatina sir û seqem û nêzbûna zivistanê ra dest pê kirin û koçî nîvkada başûr dikin.
Di vê koçê da teyr û tû ji bo ku behna xwe vedin û zikê xwe têr bikin, li rojhilatê Tirkiyeyê danîn.

Îdir li ser Rotaya Koçê ya Bakurê Rojhilatê ye û ji ber vê jî di heyama koçê da mazûvaniya gelek teyr û tûyan dike.
Di heyama koçkirinê da teyr û tû ji Bulakbaşi, Dehlên Karasuyê, Çemê Erez û Bihuşta Teyr û Tûyan a Erez xalî nabin.

Midûrê Navenda Sepandin û Lêkolîna Zanista Teyr û Tûyan a Zanîngeha Îdirê û Endamê Hîndekariyê yû Beşa Nêçîrvanî û Jiyana Kovî Dr. Emrah Çelîk ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand, teyr û tûyên koçber jiyana kovî dewlemend dike.

Çelîk diyar kir, gelek cureyên teyr û tûyan koç kir û gelek jî seba koçê amade dibin û wiha dewam kir, "Vê gavê teyr û tû ji nîvkada bakur seba zivistanê koçî başûr dikin. Derbasî aliyê başûr herêmên germtir dibin. Havînê jî wê ji wê derê koçî bakur bikin."