Mesut Varol,Özkan Bilgin
23 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2022
Li çiyayên Baxçesaraya navçeya Wanê hingivê li ser zinaran, bi kedeke mezin tê berhevkirin.
Navçeya Baxçesarayê bi siruşta xwe, zozanên xwe yên bibereket, baxçeyên xwe yên gûzan û hingivê di nav zinaran da balê dikşîne.

Li Taxa Altindereyê ya ku 15 kîlomêtro dûrî Baxçesarayê ye kesên karê mozvaniyê dikin ji bo berhevkirina hingivê serê çiyayên bilind kedeke mezin didin.
Ev hingivê di nav zinaran da bi kedeke mezin û zehmetî tê berhevkirin û paşê tê firotin.

Li Zozanê Tirpinayê kesên hingivê berhev dikin ji ber ku herêm zêde ber bi kendal û talûke ye ji çiyageran alîkarî xwestin.
Çiyager hatin alîkariya wan û piştî ku moz bi dûmanê va hatin aramkirin mozvanan hingivê xwe berhev kir.

Hingivê bi kêrê va tê berhevkirin paşê hat pakêtkirin ku bê firotin.
- "Qasî zêr biqîmet e"
Fîkrî Çagriciyê 65 salî yê ku li navçeyê 50 sal e karê hingivê dike got ew payîzan tên zozanê ku hingiv berhev bikin.

Çagrici got ji ber ku destê însanan li vê hingivê nakeve û tu tişt naxin navê ew şifa ye û wiha axivî: "Bêhna wê pir xweş e. Berhevkirina wê gelekî zehmet û bitalûke ye. Li her derê tune. Ji bo vê hingivê ji gelek welatan li me digerin."
Vahap Semoyê karê mozvaniyê dike jî got ji bo berhevkirina hingivê li 13 cihan wan ji çiyageran alîkarî xwest û wiha axivî: "Piştî ku me tevdîra xwe dît em bi bend û kindiran va daketin hundirê kortalê 50 mêtroyî. Me hingiv hilda û anî. Bi rastî jî karekî bi kelecan bû. Ev hingiv qasî zêr biqîmet e. Em kîloya wê ji du hezar û 500 lire û 3 hezaran difroşin."
Çiyager Omer Demez jî anî ziman ku wan alîkarî kiriye û wiha axivî: "Pêşiyê em çûn me herêm dît û paşê em hilkişiyan. Her dem em ji bo werzişê vî karî dikin, lê îro me hingiv derxist. Karekî bi talûke ye. Rojeke hel bû. Hilkişîna ji bo hingiv jî hesteke cuda ye."