Cüneyt Çelik, Hüseyin Demirci
09 Nîsan 2026•Rojanekirin: 09 Nîsan 2026
Li bajêr duh berfê dayê û bi navber barî û bajêr cardin spî kir.
Ji ber berfa ku zêde ket, şofêran di rêyan da tengasî kişand, hin welatiyan berfa ser wesayîtên xwe paqij kirin.
Ekîbên Şaredariya Qersê berfa ser peyarê û rêyan paqij kir.
Li bajarê ku berf hê lê dibare, Keleha Qersê û avahiyên dîrokî di binê berfa spî da dîmeneke xweş derxistin holê.
Qersa ku bi berfê nixumî, bi dronê hat kişandin.
Li navçeya Sarîqamişê jî bi şev berfê dayê, bi navber dewam kir û derdor spî kir.
Li navenda navçeyê nêzî 10 santêmî berf ket, daristanên çamê, dar û wesayît bi berfê nixumîn. Navenda Xweşiqitandinê ya Sarîqamişê jî cardin spî bû, welatiyan li navçeyê berfa ser wesayîtên xwe û berfa pêşiya xanî û kargehên xwe avêt.
Ekîbên Midûriya Herêma 18emîn a Rêbejan xebata rêçkirina berfê da destpêkirin.