Tevhid Furkan Nehri
09 Nîsan 2026•Rojanekirin: 09 Nîsan 2026
Li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê ku sezona kaşûnê lê didome, sitûriya berfê 2 metro derbas bû.
Li bajêr berfa ku şevê dest pê kir heta sibehê bandora xwe domand.
Li Erziroma ku navenda bajêr ku bi berfê spî bû, Navenda Kaşûnê ya Palandokenê ku sezona kaşûnê lê berdewam e, jî bi berfê venixumî.
Li gorî daneyên meteorolojiyê sitûriya berfê weke 211 santîmetroyan hat pîvan û li navenda kaşûnê dîmenên xweş çêbûn.
Dîmenê Navenda Kaşûnê ya Palandokenê ya bi berfê venixumandî bi droneyê hat kişandin.