Li Agiriyê masîvan qeşaya li ser çemê Muradê dişkînin û bi dirganê ve masiyan digrin.
Ji ber hewaya sar û berfê çemê Muradê qeşa girt. 10 masîvan bi bêrik û biviran ve qeşayê dişkînin û bi dirganan ve tora xwe diavêjin çem ku masiyan bigrin.
Masîvan Celal Akbaba ji nûçegihanê AAyê re got ku ew bisebr bendê dimînin ku hewa sar bibe û çem qeşa bigre ku ew masiyan bigrin.
Akbaba wiha axivî: "Zivistanê vê demê ji ber ku em betal in, em masiyan digrin. Li herêmê bi tenê li gundê Çakirovayê wiha masiyan digre. Em bi 10 kesan va tên û qasî 2 û 3 saetan 50-60 kîlo masiyan digrin."
Turgay Yaltan jî got ku ew wiha masîgirtinê hez dike û wiha axivî: "Ev kevneşopa ji mezinên me ji me re maye. Yên ku ji bo firotînê dikin jî hene, lê em dema ku betal in diçin masiyan digrin. Em 3û 4 kîloyan digrin û bi malta xwe ve dixwin. Em bisebr benda vê demsalê ne. Lewra ji bin qeşayê masîgirtin pir bikêf e."