Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê, ji ber berf û pûkê rêya hezar û 325 tax, gom û gundan hat girtin.
Li herêmê ji êvarê ve berf dibare û ji ber vê yekê rê ji çûnûhatinê re hatin girtin.
Li Erziromê ji ber berf û pûkê rêya hezar û 142 tax û koman hat girtin; herwiha li Agriyê rêya 139, li Qersê rêya 29 û li Erdexanê jî rêya 15 gundan ji çûnûhatinê re hatin girtin.
Tîmên Şaredariya Mezin a Erziromê û ÎdareyaTaybet a Bajêr ji bo rêvekirinê xebatên xwe bênavber didomînin.