Türkan Tosun
03 Mijdar 2019•Rojanekirin: 06 Mijdar 2019
Qesra Îshaq Paşa ya li Bazîda navçeya Agiriyê ya ku di Lîsteya Mîratên Berwext a UNESCOyê da ye bi berfê nixûmî.
Li navçeyê berfa ku demeke dibare li Qesra Îshaq Paşa ya ku hezar û 900 mêtro bilind e gihîşte 10 santîmêtroyî.
Qesra dîrokî ya ji dema Osmaniyan maye û wek hêlîna qertelan e bi berfa ku xemiliye va dîmenên xweş derxist holê.
Wênekêş Gulçîn Gokê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand qesr her demsal xweş e, ew her tim tê vê derê û wiha dewam kir: "Îro jî ez bi mêvanên xwe ra hatim. Qesra Îshaq Paşa cihekî pir rind e. Berfê jî bêtîr xweş kiriye."
Yunus Ahmet Canerê bi malbata xwe ra hatiye ziyareta Qesra Îshaq Paşa jî got piştî berfê qesr bi rengê spî nixûmiye û aliyê bakur ê qesrê niha xweştir xuya dike.
Qesra Îshaq Paşa ya li Bazîda navçeya Agiriyê ya ku di Lîsteya Mîratên Berwext a UNESCOyê da ye bi berfê nixûmî. ( Göksel Cüneyt İğde - Anadolu Agency )
Ji hêla din va xebatkarên Qesra Îshaq Paşa berfa li hewşa qesrê paqij kirin û berfemêrekî sê mêtroyî bilind çêkirin. Ziyaretvanên hatin qesrê eleqe nîşanî berfemêr dan.