İbrahim Atmaca
03 Mijdar 2019•Rojanekirin: 04 Mijdar 2019
Li Wanê cureyên sêv û hurmiyan ên ku koka wan li ber talûkeya qalandinê ne, Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê û Midûriya Çandinî û Daristanê ya Bajêr hildan bin parastinê.
Cureyên sêvan ên wek "pembûya sor, qeysiya şamranê, aslîka sor, mellakiya gorentaşê, aslîka abukan, cebegîrmezê" û cureyên hurmiyan ên wek "mellakî, lîmonê" berê li Wanê çêdibûn, lê piştî ku çanda bajarvaniyê da pêşiyê, qadên van fêkiyan jî ji holê rabûn. Ji bo ku koka van cureyên sêv û hurmiyan neqele, Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê proje da destpêkirin.
Midûriya Çandinî û Daristanê ya Bajêr jî piştgiriyê dide projeyê û di çarçoveya projeyê da li kampusa zanîngehê serayeke 500 mêtreqareyî hat avakirin ku fîdanên van fêkiyan tê da werin danîn.
Bi fîdanên ku wê di serayê da werin danîn va li ser 10 donimî baxçeyê fêkiyan wê were çêkirin da ku ev cure fêkî cardin çêbin û koka wan neqele.
Dekana Fakulteya Ziraetê yê Zanîngeha Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Semra Demir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Wanê gelek cureyên fêkiyan hene ku li tu derê tunene, ew dixwazin koka van cureyan neqele.
Demirê diyar kir, ewê sala bê bi fîdanan va baxçeyekî fêkiyan çêkin û darên van fêkiyên ku koka wan li ber qelandinê tê daynin.
Demirê got ku kê bixwaze ew ê fîdanên cureyên van fêkiyan bidin wan û wiha dewam kir:
"Li vê derê gelek cotkar û hilberîner li benda encama projeyê ne. Dixwazin ji van fîdanan peyda bikin. Di nav fêkiyan da ya girîng sêva pembû ya sor e. Hemû Wanî dizanin, ev sêv berê di baxçeyê her kesî da hebû. Em dixwazin van fêkiyan mihafize bikin da ku koka wan neqele."