Sidar Can Eren,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Ömer Tarsuslu,Günay Nuh,Yunus Hocaoğlu
30 Adar 2023•Rojanekirin: 31 Adar 2023
Li Erzirom, Qers, Tuncelî û Erdexanê berfa biharê ya ewil barî.
Li Erziromê duh ber bi êvarê ba rabû û paşê jî şilopeyê dest pê kir. Germahiya hewayê li bajêr di bin sifirê da heta 4 pileyan daket û berfa bi şev barî jî tesîra xwe didomîne.
Çar aliyê bajêr bi berfê xemilî.
- Qers
Li Qersê berfa bi şev dest pê kir jî çar aliyê bajêr çîl spî kir, kesên derketin rê jî berfa li ser wesayîta xwe paqij kirin.
Li navçeya Sariqamîşê jî ji ber hewaya sar di jiyana rojane da zor û zehmetî çêbûn.
Pîvok û pirpizêkan berf veqelaştin û kulîlk vedane jî li herêmê dîmenên rengîn radixin pêş çavan.
- Tuncelî
Tavî û teyroka bi şev li bajêr dest pê kiribû li navçeyên Ovacix û Pulumurê ciyê xwe ji berfê ra hişt.
Ji ber berfê li herdu navçeyan jî di trafîkê da zehmetî çêbû û çîçekên li deverên daristanê vekiribûn jî di bin berfê da man.
- Erdexan
Berfa ku duh bi şev li deverên bilind ên bajêr barî bi şev li seranserê bajêr tesîra xwe nîşan da.
Bi barîna berfê çar alî çîl spî bû û ji welatiyan Mustafa Deniz got: "Ev der Erdexan e. Em li bendê bûn û berf bereket e."