AYDÎN
Romanên ku li Çîneya navçeya Aydînê dijîn, firaqan qela dikin û debara xwe dikin.
Romanên ku hosteyê qelayê ne herî zêde li Tirkiye û Bulgaristanê dijîn. Ji wan hin malbat dest ji karê qelayê berdane û tiştên kevn berhev dikin, hin malbat jî karên din dikin. Hejmara malbatên ku debara xwe bi karê qelayê dikin zêde nînin û ew jî li çar aliyê Tirkiyeyê belav bûne û debara xwe bi karê qelayê ve dikin.
Komek Roman jî li Taxa Sogancilara Çîneyê konên xwe danîne û li wir firaqan qela dikin û debara xwe dikin.
Necîp Orsepet daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ji bo ku debara xwe bikin, li pişt Îmam Xetiba ku li Taxa Sogancilarê ye dezge vekiriye û li wir bi alikariya Yagmur Orsepeta biraziya xwe ya 9 salî ve bi bihayekî erzan ve firaq, sinî û sîtilan qela dike.