20 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2016
AYDIN
Dê, bav û xwîşka Mevlut Mert Altintaşê ku bi çekê êrîşî Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Karlov kir, li Sokeya navçeya Aydinê hatin binçavkirin
Li gorî agahiyê, ekîbên polêsan li navçeya Sokeyê li xaniyê malbata êrîşkar Mevlut Mert Altintaş lêgerînê dikin. Dê, bav û xwîşka êrîşkar ên ku hatin binçavkirin, anîn Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê.
Di vê navberê da eşkere bû ku dozgerê komarê jî hat Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê.