Rıdvan Korkulutaş,Metin Dere
14 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2022
Hidir Anilê li Bursayê dijî lê hin caran diçe cem eqrebayên xwe yên li Yedîsuya navçeya Bîngolê li wir bi destê xwe roviyek xwedî kir û bi wî ra bû dost.
Malbatên Anil, Yilmaz û Ulucan yên li Bursayê dijîn 5 sal berê li gundê Kabayelê ya li ser navçeya Yedîsuyê bi hev ra malek dan çêkirin û hin caran diçin wir bêhna xwe didin.
Hidir Anilê çû gund sê meh berê li wir bû şahidê şerê di navbera pişîkan û roviyekî da.
Anil heywanan ji hev veqetand, paşê goşt û xwarin da rovî.
Rovî rojên din dîsa hat baxçe, Anil wî wek "Maykil" bi nav kir û dest bi xwedîkirina wî kir.

- "Rovî dostê me ye"
Anil ji nûçegihanê AAyê ra got ew di meha gulanê da tên gund û zivistanê vedigerin Bursayê.
Anil behsa xwedîkirina Maykil kir û wiha axivî: "Rovî dostê me ye. Piştî ku me nan û goşt da wî ew kêdî bû. Di navbera me da hezkirineke xweş çêbû. Ji destê me xwarinê dixwe. Min navê wî danî Maykil. Serê sibê di şeş û nîvan da tê, bi me ra taştê dixwe. Wê rojê jî kete nav malê û li odeyan geriya."
Anil got cînar dibêjin wî xwedî neke ewê zirarê bide mirîşkan û wiha dewam kir: "Li vir 4 têjikên pişîkê hene, qet zirar neda wan, bi wan ra lîst. Heke tu bi hezkirin tevbigerî heywan qet zirarê nade mirîşk an jî têjikên pişîkê."
Bîrgul Ulucana cînara Anil jî got ew her roj rovî dibînin û wiha axivî: "Her kes êdî hînî wî bû. Derdikeve ser maseya me. Em ber didinê lê dîsa jî tê."