Serdar Adıyaman
14 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2022
Li Xelata navçeya Bidlîsê berhevkirina fasûliyê li 45 hezar dekarî hatiye ajotin, dest pê kir.
Qaymeqam Fîkret Dag li gundê Sakayê bi cotkarên fasûliyeyê xwe berhev dike ra hat bal hev û bi wan ra sohbet kir.
Dag daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku fasûliyeya li Xelatê digihêje ji çar aliyê welêt ra tê şandin û wiha domand: "Li Xelatê salê qasî 15 hezar ton fasûlî tê berhevkirin. Di mijara tovên fasûliyê da jî Bidlîs ji sedî 72yê hewcedariya welêt bi tena serê xwe temîn dike."
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Navçeyê Nîhat Keskîn jî got ku ew hêvî dikin cotkar jê xêrê bibin û heyameke bi xêr û bereket be.