05 Gulan 2016•Rojanekirin: 06 Gulan 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê piştî operasyonê fealiyetên lêkolîn û lêgerînê didomin. Di fealiyetên lêkolînê da derket holê ku rêxistina terorê herî zêde zirar daye îbadetxaneyan.
Di çarçoveya "Operasyona Çawişê Pisporê Cendirme Ramazan Gulle" da ya ku li Yuksekovayê piştî qedexeya derketina derva di 13ê adarê da hatibû destpêkirin û du hefte berê jî kuta bibû xebatên lêgerîn û lêkolînê didomin.
Hêzên ewlekariyê di operasyonê da li taxa Mezarlik, Yenî, Eskî Kişla, Orman, Yeşîldere, Dîze, Cumhuriyet, Gungor û Esentepeyê nêzîkî 200 terorîstî kuştin û operasyon bidawî anîn. Xebatên piştî operasyonê yên lêkolîn û lêgerînê bi awayekî pir baldar tên meşandin.
- Mizgeft kirin hedefa xwe
Mensûbên rêxistina terorê di hundirê xanî û kargehên welatiyên ku piştgiriya wan nekirin da tunel vekirin, barîqat danîn û dafikên bombedar avêtin. Diyar bû ku ji ber van sedeman mal û kargeh rûxîn û bêkêr bûn.
Hêzên ewlekariyê di xebatên xwe yên lêkolîn û lêgerînê yên piştî operasyonê da derxistin holê ku terorîstan zirareke mezin dan îbadetxaneyan.
Eşkere bû ku terorîstan mizgeft wekî "atolyeya çekan" emilandin û seba êrîşan, tê da qul vekirin û herwisa bi dafikên bombedar va mizgeft bi piranî rûxandin.
Terorîstan digel Qur'anên Kerîm ên di refan da zirar dan minare, mînber, derî, qolon, kîrîş, pace, dîwar, xalî, dolab û alavên din. Berpirsiyaran jî ev zirar qeyd kirin.