Elif Orhan
23 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2017
BAYBURT
Fetlên Derebaşiyê ya ku ji çiyayên di navbera Bayburt-Trabzonê de derbas dibin û ji aliyê malperekî ku rêyên herî dijwar ên cîhanê dide nasandin ve wekî "rêya herî bi xetere ya cîhanê" hat hilbijartin li benda serpêhatîhezan e.
Malpera bi navê www.dangerousroads.org a ku ji bikarhênerên xwe re rêyên herî dijwar û bi xetere yên li tevahiya cîhanê dide nasandin 2 sal berê Fetlên Derebaşiyê wekî rêya herî bi xetere ya cîhanê diyar kirin û ev fetl bajarên Trabzon û Bayburtê ji ser Çiyayê Soganliyê bi hev re girê dide.
- Ne mimkûn e ku mirov 13 fetlên dijwar carekî de bizivire
Tê diyarkirin ku Fetlên Derebaşiyê ya li ser guzergaha 106 kîlometroyî cî bi cî ji rêya ku li Bolîvyayê wekî "rêya mirinê" tê binavkirin bi xeteretir e.
Ne mimkûn e ku di carekî de 13 fetlên dijwar ên di beşa Fetlên Derebaşiyê yên li tanga Karaçamê ya rêya D915ê ya ku ji Ofa navçeya Trabzonê heta Bayburtê diçe bizivirin.
Rê cara ewil di dema dagirkirina ûris a sala 1914an de bi xebitandina geleê herêmê li ser tehtên li eraziyê hat avakirin.
- 6 mehên salî hatûçû tune
Li tanga Fetlên Derebaşiyê ji ber ku li sînorê Behra Reş cî digire gelek caran mij, baran, hezaz, berf û şape çêdibe û ji ber van taybetmendiyên xwe li tevahiya cîhanê wekî "rêya dijwar" tê binavkirin.
Ji ber berfa ser rêbeja Bayburt-Trabzonê salê 6 mehan hatûçû tune.
Gelê herêmê jî bi her cure wesayîtên bejayê bikaranîna rê berdewam dike.