Önder Beyter
24 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2017
ERZURUM
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê pileya herî nizim a germahiya hewayê li Qersê di binê sifirê da wekî 4 pile hat pîvan.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li piraniya herêmê germahiya hewayê wê 3 an jî 4 pile ji ser asta pileyên asayî yên demsalê ra be.
Li herêmê tê pêşbînîkirin ku hewayê sayî û nîvsayî be û herwiha ba jî wê ji hêla başûr û rojavayê başûr nerm û car caran jî qewî rabe.
Li herêmê pileya herî nizim a germahiyê li Erzinganê 6, li Îdirê 3, li Erziromê 2, li Agiriyê di binê sifirê da 2, li Erdexanê di binê sifirê da 3 û li Qersê jî di binê sifirê da 4 pile hat pîvan.
Pileya herî bilind a germahiyê jî wê li Îdir û Erzinganê 23, li Agiriyê 20, li Qersê 18, li Erziromê 17 û herwiha li Erdexanê jî 16 pile be.