Cüneyt Çelik
16 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2025
Li Arpaçaya navçeya Qersê rûberê Gola Lavaşê ya wekî "qada hesas a divê bê parastin" tescilkirî ye, qerimî.
Li bajarê ku piştî barîna berfê sir û seqem bi hukim e, hin çem û golên piçûk qerimîn.
Rûberê Gola Lavaşê ya di 2019an da bi biryara Serokomariyê wekî "qada hesas a divê bê parastin" hat tescilkirin jî bi tesîra sermayê qerimî.
Gola ku bi barîna berfê ra spî bû, di nav xwezayê da dîmenên sipehî derxistin holê.