Cüneyt Çelik
13 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2023
Rûyê Bendava Qersê ji ber sir û seqema zêde bi tevahî cemed girt.
Seranserê hefteyê li bajêr car caran berf barî û niha jî hewaya sar bi tesîr e.

Ji ber sermayê rûyê Bendava Qersê ku ji bo avdanê hatibû çêkirin bi tevahî qerisî.
Germahiya hewayê di bin sifirê da heta 17 pileyan daket û çem û lîçên li bajêr jî cemed girtin.

Bi droneyê va dîmenên bendava rûyê wê bi tevahî cemed girtiye hat kişandin.