30 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2015
ARDAHAN
Rûyê Gola Çildirê bi temamî qeşa girt û welatî li ser golê bi xizekên hespan digerin.
Piştî ku rûyê golê hemûyê qeşa girt, tûrîstên xwemalî û biyanî eleqeyeke mezin nîşanî golê didin. Li herêmê xizekên hespan sembol e û tûrîst li xizekan siwar dibin û li ser golê digerin. Dema ku ro diçe ava şewq û şemaleke hejmetkar dertê holê.
Gola Çildirê di tûrîzma Erdexanê da cihekî xwe yê girîng heye. Ji bo danasîna golê her sal "Şolena Zivistanê ya Hespê Zêrîn a Çildirê" tê lidarxistin. Ji bo şolena îsal jî amadehiyan dest pê kir.
Waliyê Erdexanê Ahmet Deniz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û ragihand, bi tevkariya Federasyona Şaxên Sporê ya Kevneşop ew ê îsal di 6ê sibatê da şolena çaremîn li dar bixin.
Deniz diyar kir, ew plan dikin ku şolen îsal xweştir derbas bibe û wiha dewam kir: "Kesên ku wê werin şolenê, wê bêjin 'Xwedê kirî em hatin'. Çalakî wê li ser Gola Çildirê ku rûyê wê 50 santên bûz girtiye, were kirin. Ji ber vê jî qad û dîmen pir xweş e."