Önder Beyter
05 Tebax 2019•Rojanekirin: 07 Tebax 2019
Li bajarê Agiriyê ku ji aliyê hebûna pez û dewaran va li Tirkiyeyê di rêza 4emîn da ye, berî cejnê liv û tevgera di bazarê da berdewam e.
Li bajêr sewqiyata pez û dewar a ber bi bajarên rojava berdewam e û herwiha ji aliyekî va jî welatiyên ji parêzgeh û navçeyên herêmê ji bo kirîna qurbanê berê xwe didin Borseya Heywanan a Agiriyê.
Heywandarên ku heywanên xwe li zozanan çêrandine li bazarê hewil didin ku heywanên xwe bi bihayekî bi dilê xwe bifiroşin. Ji ber vê çendê jî di navbera heywandar û welatiyên dixwazin qurbanê bistînin da carinan bazarî germ dibe û dîmenên seyr derdikevin holê.
Li bazara ku conegayên sîmental lê gelek in, welatî eleqeyê nîşanî canegayê 1,1 tonî didin.
- "Giraniya qurbana me tonek û 100 kîlogram e"
Heywandar Cebbar Kizilkurt di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew derbiharê diçin zozanan û ew heywanên xwe li deverên bilind ku çêre lê xweş e, diçêrînin.
Kizilkurt destnîşan kir ku bazara qurbanê gelekî şên e û wiha dewam kir, "Conegayê me yê sîmental biharê li zozan çêriya. Piştî zozan me qedera 3 mehan jî di tewleyê da êm dayê. Me niha jî aniye bazara heywanan. Giraniya qurbana me tonek û 100 kîlogram e, em jê ra 22 hezar lire dixwazin, helbet para bazariyê jî heye. Navê wî Şahîn e. Qurbana me heywanê herî mezin ê bazarê ye. Bi nêzîkbûna cejnê liv û tevgera bazarê jî zêde bû. Em jî li bendê ne ku heywanê me were firotan."