Harun Nacar
19 Nîsan 2026•Rojanekirin: 19 Nîsan 2026
Akbaba çû devera guzergeha ku qanala avdanê tê çêkirin û ji peywirdaran agahî sitand ku tê plankirin ji gola ku av dê tê da kom bibe, veguhezîne nav bax û baxçeyan.
Akbaba li vir diyar kir ku bi temambûna projeyê ra li navçeyê berhemdariya çandinî dê zêde bibe û wiha got, "Em vê projeya ku dê hilberîna çandiniyê ya navçeya me xurt bike, ji nêz va dişopînin û her wiha em plansaziya xwe didomînin da ku welatiyên me ji ava di golê da kom dibe, sûdmend bin."