Türkan Tosun
04 Mijdar 2019•Rojanekirin: 06 Mijdar 2019
Savarê Mêrdînê yê ku wek "Tava Mezopotamyayê" tê binavkirin bi îşareta erdnigariyê va hat tescîlkirin.
Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Qiziltepeyê 3 sal berê serî li Saziya Patent û Marqayê ya Tirkiyeyê dabû ku savarê Mêrdînê bê tescîlkirin.
Serlêdana odeyê hat qebûlkirin û savarê wek "Tava Mezopotamyayê" tê binavkirin ji hêla saziyê va bi îşareta erdnigariyê hat tescîlkirin.
Piştî şekirê bêhivan, dolmeya parsûyan, kifteyên navtijî (kutilk), sembusek û kibeyan tescîlkirina savar li bajêr bû sedema kêfxweşiyê.
- "Me tehm, aroma û qalîteya savarê Mêrdînê nîşan da"
Serokê Komeleya Îmalatçiyên Savarê Mêrdînê Faysal Sun ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li bajêr genimekî baş ê ku jê savar tê çêkirin heye, ji ber vê Mêrdîn ji sedî 25ê hilberîna savar a Tirkiyeyê, ji sedî 35ê îxracatê jî bi tena serê xwe peyda dike.
Sun got 250 hezar ton savar tê bidestxistin 100 hezar ton jî îxracat tê kirin û wiha axivî: "Li deşta Mezopotamyayê genimê herî biqalîte yê dinyayê yê ku jê savar tê çêkirin hêşîn dibe. Em ji vî genimî savarê herî biqalîte çê dikin. Me tehm, aroma û qalîteya savarê Mêrdînê nîşan da. Savarê Mêrdînê bi îşareta erdnigariyê va hat tescîlkirin. Xêra vê wê bigîhije bajêr û em hêvî dikin di îxracatê da û di hundirê welêt da firotina wê zêde bibe. Berê digotin savar xwarina feqîran e lê ji ber feydeya wê ya tenduristiyê ev fikr guherî. Kesên vegan savar dixwin, di salên dawîn da zêde tê kirîn. Ewê texta birinc rûnê, ez ji gelê Tirkiyeyê ra dibêjim bila savar li ser sifreya xwe kêm nekin.""
- "Qîmeta savarê Mêrdînê wê paşê baştir bê fêmkirin"
Serokê Komeleya Karsazên Pîşesaz ên Mêrdînê û Cigirserokê Lijneya Rêvebirina OSByê ya Mêrdînê Nasir Duyan jî behsa qalîte û tehma savarê Mêrdînê kir û got ew ji ber tescîlkirinê kêfxweş in û wiha dewam kir: "Qîmeta savarê Mêrdînê wê paşê baştir bê fêmkirin. Ji bilî savar zeytûnên me, gilyazên me, nîskên me j, pir biqalîte ne."