Mehmet Niyazi Deniz
12 Gulan 2023•Rojanekirin: 13 Gulan 2023
Atolyeya tekstîlê ya ku Şaredariya Sêrtê çêkir dest bi xebatê kir.
Bi alîkariya Serokatiya Pîşesazî û Teknolojiyê û Ajansa Pêşketinê ya Dicleyê (DÎKA) Şaredariya Sêrtê li Taxa Barişê li ser 3 hezar û 500 metrekareyî atolyeya tekstîlê vekir.
Li atolyeya ku lê trîko, penye û cil û berg tên dirûtin di destpêkê da 240 kes dixebitin.
Li atolyeya ku bi telîmata Walî û Wekîlê Şaredarê Sêrtê Osman Hacibektaşoglu hat avakirin û vebû, hewl didin ku di hefteyên pêş da hejmara xebatkaran zêde bikin.