ÎSTANBÛL
Di demên dawîn yên Dewleta Osmanî de Şeva Mewlûdê jî weke cejnekê dihat hesibandin û ji bo wê jî rojek betlaneya fermî dihat dayîn.
Ji Kovara Yedîkita Tarîh û Kulturê daxuyanî hat dayîn û hat diyarkirin ku Şeva Mewlûdê ya Rojbûna Hezretî Mihemed di heyama Dewleta Osmaniyan de gelekî girîng dihat hesibandin û di dawiya sedsala 16yan de jî bi merasimên dewletê yên fermî ve dihat pîrozkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku padîşah di serî de giregirên dewletê beşdarî merasiman dibûn û ji sala 1910î pê ve jî ev roj wek cejn hat hesibandin û ji bo wê jî rojek betlane hat dayîn. Belgeya ku vê agahiyê piştrast dike jî di jimara çileya paşîn a kovarê de hat weşandin.
Di hejmara nû ya kovarê de hat gotin ku di Arşîwên Osmanî de belgeyeke heyama Siltan Mehmed Reşad hat dîtin û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Dîroknas û nivîskar Yasîn Ozkan nivîsa li ser wê wesîqayê wergerand tirkî ya îro. Teblîxata ku Şeva Mewlûdê wek rojeke fermî dihesibîne tê de cih digire."