ŞANLIÛRFA
Li Rihayê kutoyê ewil ê sala 2015an zarokê jin û mêrekî sûriyeyî ye û navê "Îbrahîm Xelîl" lê kirin.
Zeyneb Saliha sûriyeyî li Nexweşxaneya Zayîn û Nexweşiyên Jinan a Rihayê di saet 00.02yan de kurekî 3 kîlo û 200 gram e û bejna wî jî 48 santîmetro ye, anî dinê. Salihê ji ber ku di deqîqeyên ewil ên sala nû de kurê xwe anî dinê kêfxweş e.
Salihê daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku 11 meh beriya niha ji şerê navxweyî yê li Sûriyeyê reviyan û bi malbata xwe re hatin Rihayê û diyar kir ku dema 5 mehî bi heml bû mêrê wê li Helebê mir û got ku şabûna min nîvco ye.
Şaredarê Halîliyeyê Fevzî Demîrkol zarokê ewil ê sala nû ziyaret kir û di guhê kurik de ezan da û navê "Îbrahîm Xelîl" lê kir.
Demîrkol zêrê çaryek jî bi kurikê ve kir.